• DOLAR 32.519
  • EURO 34.99
  • ALTIN 2434.701
  • ...
 "Hişyarbûna xelkê bi hişyarbûna xortan ve girêdayî ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji wê qetlîma ku ji teref polês û leşkerên ku di bin fermana Sîsîyê darbeker de ne ve li Meydana Rabîa ya Misirê hat kirin 5 sal derbas bûn. Ji ber minasebeta qetlîamê li Stenbolê ji teref Weqfa Envar-ul Qur'an ve beranameyeke bîranînê hat tertîpkirin. Gelek akademîsyen, alim, parlementerên berê û her wisa rayedarên Misirî beşdarî bernameya ku hat tertîpkirin bûn.

Evdirrehman Fethî Muhammedê ku beşdarî bernamê bû destnîşan kir Serokomar Dr. Muhammed Mursî bi xwe jî bo meşrûtîyeta xwe biparêze û pêşîya darbeya leşkerî bigire beşdarî xwepêşanan bû.

"Hişyarbûna xelkê bi hişyarbûna xortan ve girêdayî ye"

Fethî Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel ku 5 sal ji ser qatlîamê derbas bûbûn jî ew hêj li ser pîyan in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Hêvî û ardûyê ummetê xort in ku ez dixwazim bala temamê xortan bikşînim. Digel temamê kuştin, qerarên îdamê, tasfîyeyên bêdaraz û girtîyan xort hêj li ser pîyan  in û di warê xwedîderketina pêşîvanên xwe de bûn nimûyeke xweşik. Digel temamê ezîyet û bihabûnê malbatên şehîd û girtîyan hêj li ser pîyan in. Hişyarbûna xelkê bi hişyarbûna xortan ve girêdayî ye. Di van 5 salên borî de min vî tiştî ji xortan fêm kir: Ew ê xort cardin vegerin û dê ummetê rakin li ser pîyan. Ew ê vegerin û zaferê îqame bikin. Darbê dê têk biçe, ew ê ew hikûmeta ku ev 60 sal e ku welat perîşan kiriye bikeve. Ew ê li Misirê di warê hurrîyet, edalet û pêşveçûnê de heyameke nû dest pê bike."

Alîyaya 12 salî ya ku dema Qetlîama Rabîa pêk hat 12 salî bû jî derbarê mijarê de diyar kir ew digel malbata xwe her tim li qadan bûn û diya wê ew roja qetlîamê şandiye malê û haya wê ji qetlîamê dû re çêbûye û ji televîzyonê hîn bûye.

Alîya dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Her du kekê min li meydanan bûn û di sefên herî pêş de bûn.Di wan êrîşên ku di 6ê Cotmehê hatin kirin de kekekî min birîndar bû û ji teref kekê min yê din ve hat rakirin nexweşxanê;lê belê şehîd bû. Min dizanibû ki birîndar bûye, lê dema ku ez xestê, hîn bûm ku şehîd bûye."(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir