Li Dêrsimê 2 PKKyî hatin kuştin
Di pevçûna ku li Dêrsimê derket de 2 PKKyî hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Dêrsimê ve derbarê mijarê de hat dayîn de, di dema operasyona ku li dijî PKKê dihat kirin de pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket 2 PKKyîyên pîrek hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Xarpêtê.(ÎLKHA)