• DOLAR 32.359
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2291.653
  • ...
Baca li ser hinek berhemên Amerîka hat zêdekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qerara Serokomar a derbarê zêdekirina baca li ser berhemên ku ji Amerîka tên îthalkirin de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Her ku diçe qeyrana di navbera Amerîka û Tirkîyê de zêdetir dibe. Herî dawî Amerîka baca hinek berhemên ku ji Tirkîyê re tên firotin ji sedî 20-40 zêde kiribû ku Tirkîye doh bersiva vê mueyîdê da Amerîka û baca hinek berhemên Amerîkayî ji sedî sed zêde kir.

Li gor qerara ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, baca fêkiyên hişkirî ji sedî 20, baca birincê ji sedî 50, baca alkola etîl ji sedî 20, baca alkola bi lîkor ji sedî 140, baca tûtin û berhemên wê ji sedê 60, baca pvc ji sedî 50, baca amûrên makyajê ji sedî 60 û baca otomobîl û wesayîtên Amerîkayî ji sedî 120 hat zêdekirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir