Erdogan: Tiştê ku nikaribûn bi derbê bikin hewl didin bi pereyan bikin
Erdoganê ku li Trabzonê axivî balan kişand li ser zêdebûna dowîzê û got "Tiştê ku nikaribûn bi derbê bikin hewl didin bi pereyan bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Trabzon di bernameya ku beşdarî bû de axavtinek kir û derbarê zêdebûna dowîzê de wiha nirxandin kir: " Ez ji Trabzonê îlan dikim, me leystikê dît û em meydanê dixwînin. Ew tiştên ku bi provakasyon û darbê nikaribûn bikin, vêga hewl didin bi pereyan bikin. Ji vê yekê re bi şikleke eşkere şerê aborîyê tê gotin. Em ê teslîm nebin."(ÎLKHA)