Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsufî rehmet kir
Hasîna Aka 82 salî ya ku dêya Mehmet Tahir Akê ku ev 18 sal e di girtîgehê de ji ber nasnameya xwe ya Îslamî tê girtin bi hesreta lawê xwe yê Yûsufî rehmet kir.
Mehmet Tahir Ak ev bû 18 sal ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin. Hasîna Aka 82 salî ya ku dêya Mehmet Tahir Ak e û li Êlihê dijîya û bi gelek nexweşîyên mîna qalb, tansiyon û tengbûna bêhnê pê re hebû doh bi hesreta lawê xwe çû rehma Xwedê.
Dayika ku bi hesreta lawê xwe çû rehma Xwedê, vê şeveqê li Goristana Aslî ya Êlihê hat definkirin.
Malbat Ak dê tazîyeyan li Mala Şînê ya Bazîkîyan qebûl bike.(ÎLKHA)