Li Endonezyayê hejmara mirîyan derket 387an
Hat ragihandin hejmara kesên di erdheja ku yekşema borî li Girava Lomboka Endonezyayê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 387an.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Ajansa Birêveberîya Afetê ya Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Berdevk Nugroho, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir heta niha ji ber erdheja ku qewimî 387 kes jiyana xwe ji dest dan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber erdehejê 67 hezar 875 mal, 468 mekteb, 15 camî, 50 mizgeft, 3 nexweşxane, 10 klinîk û 20 avahîyên dezgehan zirar dîtin."(ÎLKHA)