• DOLAR 32.548
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2431.536
  • ...
"Kapîtalîzm navê pergala wehşî ya dagirkerîyê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê Berê yê HUDA PARê di bergeha ziyaretan de li Wanê bi temsîlkarên STKyên ku li Wanê fealîyetan dikin û bi rîspîyên Wanê re hevdîtin kir. Yapicioglu di hevdîtina ku kir de derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir.

"Kapîtalîzm navê pergala wehşî ya dagirkerîyê ye"

Yapicioglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir Îslam ev demeke dirêj e ku di jiyana me ya ticarî, sîyasî û hiqûqî de nayê tetbîqkirin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Niha pergala îqtîsada kapitalîst a mer'î li Tirkîyê hakim e.  Ev pergal ne li gor bawerîya me ye û pergaleke wehşî ye. Ev pergala dagirkerîyê ye û heta bi mêjîyên însanan dimije. Ew kesên dagirker ne li vê derê ne, ew kesên ku vî karî dikin, planker û damezrînerê wê ne bavê pereyên gerdûnî ne. Ew di cihê xwe de rûdinin û pereyan qezenc dikin. Em dixebitin û matbaayên wan ên çapkirina pereyan jî dixebitin. Em mehekê dixebitin û di beramberê vê keda me de kaxizeke bi reng didin destên me û ji me re dibêjin 'ev beramberê keda we ye.' Bi vî awayî keda me û malên me yên ku me hilberandiye radijinê û dibin."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir