• DOLAR 32.56
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2492.728
  • ...
 "Divê sepana otobusên pembe bo pîrekan bê destpêkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevka Êlihê ya Platforma Seferberîya Tesetturê Şeyma Erkul di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de derbarê mijarê de qala zehmetîyên ku pîrek di wesayîtên navbajêr ên veguhastinê de dikşînin kir û daxwaz kir ku mexdûrîyeta pîrekan ji rastê bê rakirin û sepana otobusên pembe bo pîrekan bê destpêkirin.

 "Armanca me ne cudakirina pîrekan e, başkirina rewşa pîrekan e"

Erkul di daxuyanîya ku ya ku da destnîşan kir hetanî ku sepana otobusa pembe bê tetbîqkirin ew ê daxwazên xwe bînin zimên û dû re wiha got: " Derbarê vê mijarê de li gelek zanîngehan kampanyayên îmzê hatin tertîpkirin. Her wisa me çendîn caran derbarê vê yekê de telebên xwe anî zimên û em ê bînin zimên jî. Hetanî ku otobusên pembe li her derî belav bibin ew ê telebên me berdewam bikin.  Jixwe li gelek derên dinyayê sepana otobusa pembe heye. Em teleb dikin ku ev yek li Tirkîyê belav bibe. Ji wezîfeyên dewletê yek jî ew e ku ewlehîya can, mal û namûsa însanan mihafeze bike. Em di vê çarçovê de daxwaz dikin ku sepana otobusên pembe yên bi pîrekan bidin destpêkirin. Ji vê yekê armanca me cudakirina pîrekan nîne, berewajî başkirina rewşa pîrekan e."

"Divê sepana otobusên pembe li  tevahîya welêt bê tetbîqkirin"

Erkul di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê sepana otobusên pembe li  tevahîya welêt bê tetbîqkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Ger îro li wan cihên ku ev sepan tê tetbîqkirin hevpeyvîn bê kirin ew ê bê dîtin ku xelk çi qas memnûn û razî ye. Ji ber vê yekê em dixwazin ku sepana otobusên pembe li  tevahîya welêt bê tetbîqkirin. Lewra bi rastî jî her ku diçe li zanîgeh û sektorên xebatê de hejmara pîrekan zêde dibe û li ser medyayên civakî û wekî tên gotin ku di dema veguhastina komî de pîrek gelek zêde li rasta tacîzê tên. Bo pêşîya vê yekê bê girtin biya me sepana otobusên pembe tiştekî gelekî baş e. Wek TESSEPê heta ku ev sepana otobusên pembe li her derî belav bibin em ê xebatên xwe bidomînin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir