Li Xarpêtê qeza trafîkê: 3 mirî
Li Xarpêtê otomobîlek û taksîyeke ticarî li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Xarpêtê otomobîlek û taksîyeke ticarî li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Qeza li ser 55emîn kîlometreya Rêbeja Xarpêt û Bîngolê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin taksîya ticarî ya bi plaqeya 23 T 5538 a ku ajokara wê Yusuf Îzzettîn Kaya bû û bi wesayîta bi plaqeya 3 AAC 291 bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Hasan Sertkaya, Alî Duzgun û Yusuf Îzzettîn Kaya jiyana xwe ji dest dan û kesekî ku navê wî nehat hînbûn birîndar bû.
Kesê birîndar hat rakirin nexweşxanê û kesês mirî jî hatin rakirin mirîxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)