• DOLAR 32.33
  • EURO 35.081
  • ALTIN 2297.202
  • ...
 "Tiştê ku bû wesîle ez dev ji tiryakê berdim nimêj e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Eyup Geçîmê 38 salî li Entabê dijî û hêj di biçûkayîya xwe de dest bi tiryakê kir û piştî demekê bû rajêrê tiryakê û kir nekir jê xelas nebû. Geçîm, derbarê sedema destpêkirina xwe ya tiryakê de diyar kir ji ber ku ew bi hevalên nebaş re hevaltî kiriye dest bi tiryakê kiriye û dû re dest bi firotina wê kiriye û piştî demekê jî hatiye girtin û ketiye hepsê. Geçîm diyar kir ew di 15 salîya xwe de dest bi tiryakê kiriye û piştî demekê bûye rajêrê tiryakê. Geçîm dû re wiha axivî: "Dawîya tiryakê mirin e. Kesên tiryakfiroş zarokan ji xwe re dikin hedef û wanan hînî tiryakê dikin. Min bi alîkarîya Xweda dev ji tiryakê berda. Naxwe tu feydeya deman û tedawîyan tuneye."

 "Bo tedawîya herî mezin 5 wext nimêj bû"

Geçîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku ew Qur'an û nimêj nas kiriye dev ji tiryakê berdaye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Pêşî jê haydar bûm ku Xweda heye. Armanca xuliqandina însên hîn bûm. Em çima hatine xuliqandin? Piştî mirinê jiyaneke din jî heye. Cennet û cehennem heye. Piştî ku ez dînê xwe hîn bûm re, min ji xwe re got 'min çi kiriye.' Ez gelekî zêde poşman bûm. Hemd ji Xweda re min terka wê kir.A muhîm ew ê ku mirov zanibe Xweda yek e û tabiê sunneta Resûlê Xweda bibe ye, ji xeynî ve ez beşdarî sohbetên manewî bûm û nimêja xwe kir û min dev ji tiryakê berda. Kî nimêj bike qet tiştek nayê bîra wî. Rêya herî mezin a dev ji tiryakê berdanê 5 wext nimêj e. Li gor min tedawîya esil nimêj e. Ez bi semîmîyet dibêjim, tiştê ku bû wesîle ez dev ji tiryakê berdim nimêj e.Tu feydaya dermanan bo çênebû. Lê dema ku min nimêj dikir barê dinyayê tev ji ser milên min radibû û sivik dibûm û bêhna min derdiket. Hemd ji Xweda re ku ev bû 15 sal min dev ji tiryakê berdaye."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir