• DOLAR 32.382
  • EURO 35.077
  • ALTIN 2326.17
  • ...
Di êrîşa siyonîstan de yek jê bebek tev de 3 Filistînî şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma îşxalker û siyonîst doh êvarî êrîşa asimanî bir li ser Xazzê. Di êrîşa asimanî ya ku ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin de pîrekeke dûcanî û bebeka wê jî di nav de tev de 3 kes şehîd bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Xazzê Eşref el-Kudra  derbarê êrîşa siyonîstên terorîst de daxuyanîyeke nivîskî belav kir. El-Kudra di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir di êrîşa siyonîstan a ku li herêma El-Caferavî hat kirin de pîreka dûcanî ya bi navê Înas Muhammed Îhmaş û bebeka wê yê bi navê Beyan şehîd bûn.

Her wisa di êrîşeke din a ku hat kirin de jî Filistîneyekî din jî şehîd bû.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir