• DOLAR 32.589
  • EURO 34.845
  • ALTIN 2507.64
  • ...
"Divê perwerdehîya Qur'ana Kerîm heta mirinê berdewam bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kursên Qur'ana Kerîm ên ku berî vê du mehan dest pê kirin ew ê piştî heftîyekê bi dawî bibin. Xwendekarên ku li Midyada Mêrdînê beşdarî kursên Qur'ana Kerîm dibin diyar dikin ji ber ku ew beşdarî Qur'ana Kerîm û ilmên Îslamî hîn dibin gelekî zêde kêfxweş  û bextewar in.

Îmamxatîbê Mizgefta Evdilqadir Şîmşek a Navendê Cevad Turgut derbarê mijarê de diyar kir ew di naveyna 50 rojan de di warê perwerdehîya zarokan de gelekî baş pêşve çûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê perwerdehîya Qur'ana Kerîm heta mirinê berdewam bike.Ger em li zarokan xwedî derneyên dê hinek kesên din li wan xwedî derkevin. Divê malbat di warê perwerdehî û exlawa zarokên xwe de bi dîqqet bin û wan bo dahatûyê perwerde bikin."

Xwendekarên ku bo Qur'ana Kerîm hîn bibin tên mizgeftê jî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe û her wisa kêfxweşî û şahîyên xwe wisa anîn zimên:

Hasîp Akay:  Divê temamê zarokan bên mizgeftê û dînê xwe hîn bibin.

Muhammed Çîçek: Ez dixwazim ku perwerdehîya Qur'ana Kerîm berdewam bike. Em li vê derê tiştên baş hîn dibin.

Burak Dagdelen: Piştî kursa Qur'ana Kerîm xelas bû re, ez ê perwerdehîya ya Qur'anê bidomînin.

Polat Akpinar: Xwendina Qur'ana Kerîm hesteke pir xweş e.

Abdurrahman Bîlîk: Dema ku qala exlaqa Qur'anê tê kirin, Pêxemberê me Hz. Muhammed tê bîra mirov."

 Gulsum Akbulut: divê kursên Qur'anê di wextê mekteban de jî hebin û perwerdehî bê dayîn.

Sefanur Akyuz: Ez bo wan daxwazên ku Rebbê min ji min xwestiye tetbîq bikim hatim camîyê.(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir