Hejmara kesên ku di erdheja li Endonezyayê de mirin her ku diçe zêde dibe
Di erdheja bi lerza 6.9an a ku li Girava Lomboka Endonezyayê pêk hat de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan zêde dibe. Heta niha 131 kes jiyana xwe ji dest dan.
Yekşema borî li Girava Lomboka Endonezyayê bi lerza 6.9an erdhejek pêk hat. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinên hêj berdewam dikin û her ku diçe hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibin.
Li gor agahîyên ku ji teref rayedaran ve hatine parvekirin di erdhejê de heta niha 131 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûn. Her wisa tê diyarkirin heta niha nêzî 5 hezar turîstan ji cihên betlaneyê hatine tahlîyekirin.(ÎLKHA)