"Bo telebên Kurdan divê makeqanûnek bê amadekirin û ev yek bê anîn rojevê"
Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir divê demildest makeqanûneke ku telebên Kurdan ên nasname û ziman di nav xwe de bihewîne bê amadekirin û ev yek bê anîn rojevê.
Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê telebên Kurdan ên nasname û zimên de nirxandinan kir. Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir divê demildest makeqanûneke ku telebên Kurdan ên nasname û zimên di nav xwe de bihewîne bê amadekirin û ev yek bê anîn rojevê.
"Dewlet divê demildest makeqanûneke ku telebên Kurdan ên nasname û ziman di nav xwe de bihewîne amade bike û vê yekê bîne rojevê"
Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê Meseleya Kurd neyê xistin mijara bazarê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Meseleya Kurd di çarçoveya edalet û haqqanîyetê de nayê çareserkirin û rê li ber tê vekirin ku şiddet û hêzên emperyalîst tevlî vê meselê bibin ku em wek HUDA PARê vê yekê şaş û xelet dibînin. Dewlet bêyî şert û merc û bazarê û bêyî ku rê li ber beşdarbûna şiddet û hêzên emperyalîstan a vê meselê bibin veke, divê demildest makeqanûneke ku telebên Kurdan ên nasname û ziman di nav xwe de bihewîne amade bike û vê yekê bîne rojevê."(ÎLKHA)