• DOLAR 32.563
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2434.924
  • ...
 "Divê wezîfeya rêzefîlman ne îfsadkirin, înşakirina neslan be"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Prof. Dr. Şemseddîn Dursunê Temsîlkarê Êlihê yê Yekîtîya Nivîskarên Tirkîyê derbarê zirarên rêzefîlmên ku di nava civakê de texrîbatê dikin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Dursun di nirxandina ku kir destnîşan kir exlebeyên rêzefîlmên li welêt civakê û nesla ciwan îfsad dikin ku divê wezîfeya fîlma ne îfsadkirin, înşakirina neslan be.

"Divê wezîfeya rêzefîlman ne îfsadkirin, înşakirina neslan be"

Dursun di berdewama axavtina xwe de diyar kir rêzefîlmên di televîzyonan de zirarê didin malbat û civakê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ew rêzefîlmên di televîzyonan de  pêwendîyên di navbera ferdên malbatê de û her wisa neslan îfsad û xera dikin. Divê wezîfeya rêzefîlman ne îfsadkirin, înşakirina neslan be. Di vî warî de hinek wezîfe dikevin li ser milên rayedar û îdarevanên me. Lewra di nava civakê de, nexasim exlaqa neslê nû pir zêde xera dibe. Ev bêexlaqî gefê li dahatûya me dixwe. Di xerabûna neslê de sedema sereke ew rêzefîlmên bêexlaq ên ku di televîzyonan de tên weşandin in. Ew rêzefîlmên ku li hember nirxên civakî şer îlan kirine,  temamê tiştên bêexlaq, pêwendîyên xeyrî meşrû û temamê pisîtî û munkeratan asayî û wek tiştekî ji rêzê nîşan didin."

"Li dijî xurifîn û xerabûnê mertala herî baş rûhê Îslamê ye"

Dursun di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê em li dijî temamê rêzefîlmên  îfsadker, neqenc û tahrîpkar hişyar bin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Di vî warî de divê ew birêveberên me wan rêzefîlmên ku malbatê tahrîb dikin têxin bin kontrola xwe. Divê em wan zarokên xwe yên ku dahatûyên me ne mihafeze bikin. Di vî warî de li dijî xurifîn û xerabûnê mertala herî baş rûhê Îslamê ye."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir