• DOLAR 32.498
  • EURO 34.962
  • ALTIN 2429.209
  • ...
Bi maaşa xwe ya astengdarîyê ji qîza astengdar re kursîya bi teker stand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îdrîs Kalenderogluyê Serokê Komeleya PIştevanî û Alîkarîyê ya bi Astengdaran re , li Silopîya Şirnexê ji qîza bi navê Pelîn Tokaya ku weke wî astengdar e re, bi maaşa xwe ya astengdarîyê kursîya bi teker stand.

Berî niha Îbrahîm Tokayê ku bavê Pelîn Tokay bû hewl dabû da ku ji qîza xwe re kursîya bi teker bistîne, lê bi ser neketibû. Îdrîs Kalenderogluyê Serokê Komeleya PIştevanî û Alîkarîyê ya bi Astengdaran re , li Silopîya Şirnexê ji qîza bi navê Pelîn Tokaya ku weke wî astengdar e re, bi maaşa xwe ya astengdarîyê kursîya bi teker stand û berê xwe da mala Pelîn Tokaya astengdar.

Dema ku qîzika bi navê Pelîn li hember xwe kursîya bi teker dît şaş ma û kêfxweş bû.

Bav Îbrahîm Tokay derbarê mijarê de diyar kir "Berî niha min bo qîza xwe ya astengdar kursîya bi teker teleb kiribû. Mala kekê Îdrîs ava be ku bo me hedîye kir. Xweda jê razî be."

Îdrîs Kalenderogluyê Serokê Komeleya PIştevanî û Alîkarîyê ya bi Astengdaran re jî derbarê mijarê de diyar kir dil dixwast ku ne bes bo kesekî/ê astengdar bo 10 kesan karibana alîkarî bikirana.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir