"Fêkîyên havînê bo gelek nexweşîyan şîfa ne"
Dîyetîsyen Aslihan Altuntaş destnîşan kir fêkîyên havînê bo gelek nexweşîyên mîna kanser, serifandin û qeyrana qelb şîfa ne.
Fêkîyên havînê him ji ber balkêşbûn û xweşikbûna xwe û him jî ji ber dewlemendîya mînarel û vîtamînan ser sifreyan dixemlînin. Bo dayîna kîloyên zêde û bo ji nexweşîyan xwe mihafezekirinê ya herî muhîm li gor pîvanê û bi şikleke dirist xwarina fêkîyan mûhîm e.
Dîyetîsyen Aslihan Altuntaşa ku derbarê mijarê de raya giştî agahdar kir destnîşan kir di mehên havînê de gelek fêkî digihijin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di her wextî de xwarina fêkîyan bo nexweşîyan şîfa ne. Fêkîyên havînê bo gelek nexweşîyên kanser, serifandin, qelb û nexweşîyên mîna van şîfa ne. Fêkîyên mîna alûceyên reş, mişmiş, zebeş, gilas, petîx û hejîr ji nexweşî û acizîyên mîna îxtîyarbûn, qebizbûn, serifandin, qeyrana qelb û bo nexweşîyên mîna van şîfa ne."(ÎLKHA)