"Trump, Netenyahu û Bîn Selman li dinyayê nîşaneya şiddetê ne"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîfê ku ji qerara mueyîdê ya Serokê Amerîka Trump re bertek nîşan da destnîşan kir "Trump, Netenyahu û Bîn Selman li dinyayê nîşaneya şiddet û bêewlehîyê ne."
Cevad Zarîfê Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di merasîma ku li Tahranê ji ber minasebeta "Roja Rojnamegeran" hat tertîpkirin de axivî û ji qerara mueyîdê ya Serokê Amerîka Donald Trump re bertek nîşan da.
Wezîr di axavtina xwe ya ku kir de pirsî ger hûn gelê Îranê difikirin wê demê we çima mueyîdeya ewil ji asimanvanîya siwîl re anî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dibe ku zordarîya Amerîka bo me astengîyan derbixe holê; lê belê îro hemû kesên li cîhanê qala tenbûna Trump, Netenyahu û Bîn Selman dikin. Ev her sê kes li dinyayê sembol û nîşaneya şiddet û bêewlehîyê ne."(ÎLKHA)