"Bi destê dewletê lîstandina qumarê û jê re teşwîqkirin ne exlaqî ye"
Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve derbarê Qanûna Bahîsê hat belavkirin de hat diyarkirin ew qumara ku bi destê dewletê jê re teşwîq tên kirin dê civakê hilweşîne û bi destê dewletê lîstandina qumarê jê re teşwîqkirin ne exlaqî ye.
Qanûna Bahîsê di Rojnameya Fermî de hat weşandin û piştî hinek guhartinên ku hatin kirin ket meriyetê. Derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Karên Civakî yên HUDA PARê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin meşrûkirina cûreyên qumarê û ji van re teşwîqkirin dê nirxên exlaqî yên di nava civakê de hilweşîne.
"Dewlet ji alîyekî ve xwe weke ku xortan ji tiştên nebaş mihafeze dike nîşan dide û ji alîyê din ve jî hemû cûreyên lîstikan dide lîstandin û hewl dide ji wan re teşwîqê bike ku ev helwest ne exlaqî û ne semîmî ye"
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji hêla maddî û manewî ve tu feydeya lîstîna qumarê ji bo kesên ku bi qumarê dilîzin tune ye û dû re wiha hat destnîşankirin: " Ev verastkirina ku qumarê cazîb dike û jê re xelkê teşwîq dike di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Li gor vê qanûna bahîsê; ew ê bahîsa zindî karibe bê lîstin, rêjeyên îddîayan zêde bibin, hejmara bahîsên mînumum dê kêm bibin, ew ê di şaxên sporê yên mîna tenîs û hokeya qeşayê de însan karibin bahîs bilîzin. Wezîrê Malîyê yê berê gotibû ' Ew ê xebatin bên kirin da ku bala însanan bê kişandin li ser lîstikên şansê.' Û îro ew verastkirinên ku qumarê dixe şikleke cazib û xelkê teşwîqî qumarê dike di meclîsê de hat qebûlkirin û di rojnameya fermî de hat weşandin. Dewlet ji alîyekî ve xwe weke ku xortan ji tiştên nebaş mihafeze dike nîşan dide û ji alîyê din ve jî hemû cûreyên lîstikan dide lîstandin û hewl dide ji wan re teşwîqê bike ku ev helwest ne exlaqî û ne semîmî ye."(ÎLKHA)