Li Geverê teqîn: 9 polês birîndar bûn
Li Gevera Colemêrgê di dema derbasbûna wesayîta polêsan de teqîn pêk hat, di encama teqînê de yek jê giran tev de 9 polês giran birîndar bûn.
Hat ragihandin li Gevera Colemêrgê di dema derbasbûna wesayîta polêsan de teqemenîya ku berî niha ji teref PKKyîyan ve li ber rê hatibû bicîkirin hat înfîlakkirin, di encama teqînê de yek jê giran tev de 9 polês giran birîndar bûn. Piştî teqînê gelek yekîneyên ewlehî û tenduristîyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.(ÎLKHA)