Li Yûnanistanê ji ber şewatê wezîr îstîfa kir
Li Yunanistanê ji ber şewatê Wezîrê Ewlehîya Kamûyê Nîkos Toskas îstîfa kir.
Berî vê çendakî li herêma Matîyê ya ku nêzî Atînaya paytexta Yunanistanê ye şewat derketibû û ji ber şewatê 91 kes jiyana xwe ji dest dabûn, 25 kes winda bûbûn û nêzî 200 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî vê bûyera şewatê Wezîrê Ewlehîya Kamûyê Nîkos Toskas îstîfa kir.(ÎLKHA)