• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Tirkîye divê bi mislê wê bersivê bide mueyîdeya Amerîkayê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Wezareta Hezînê ya Amerîka ve bi hinceta girtîbûna Brunsonê keşeyê sîxur, li dijî Wezîrê Edaletê Abdullah Gul û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu qerara sepandina mueyîdê hat dayîn. Li gor qerarê mal û milkên her du wezîran ên li Amerîka dê bên desteserkirin û ew ê destûr neyê datîn ku li Amerîka kar bikin.

Ji vê qerara Amerîka re bertekek jî ji teref Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve hat nîşandan. Yavuz di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir di temamê darbeyên ku li Tirkîyê pêk hatine de Amerîka heye û ev yek bi teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê  aşîkar bûye ku divê Tirkîye li dijî van mueyîdeyan bi paşve gav navêje.

Yavuz di berdewama daxuyanîya ku da de destnîşan kir divê Tirkîye bi mislê wê bersivê bide qerara mueyîdê ya Amerîka û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: "  Divê Tirkîye wek hikûmet qerarê bistîne  ku Baregaha Încîrlîkê hatiey girtin û divê îlan bike ew hevkarîya stratejîk bi dawî kirine. Û dîsa divê Tirkîyê bi wan welatên Îslamê yên ku di hedefên Amerîkaya heydût ne re bikeve pêwendî û piştevanîyê û divê  li tevahîya dinyayê cepheyeke berxwedanê li dijî Amerîkayê eşqîya bide pêşvebirin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir