Wezareta Karên Derve: Em qerara mueyîdê bi şiddet protesto dikin
Wezareta Karên Derve ji qerara mueyîdê ya ku ji teref Amerîka ve derbarê du wezîran de hat dayîn re bertek nîşan da.
Ji teref Wezareta Hezînê ya Amerîka bi hinceta girtîbûna Brunsonê keşeyê sîxur li dijî Wezîrê Edaletê Abdullah Gul û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu qerara sepandina mueyîdê hat dayîn. Li gor qerarê mal û milkên her du wezîran ên li Amerîka dê bên desteserkirin û ew ê destûr neyê datîn ku li Amerîka kar bikin.
Wezareta Karên Derve derbarê vê qerara Amerîka de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ew vê qerarê bi şidet protesto dikin.(ÎLKHA)