• DOLAR 32.562
  • EURO 35.034
  • ALTIN 2430.275
  • ...
 "Polês nahêlin em biçin mizgeftê, ev dewleteke çawa ye!"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Sadiq Karaçoşanê ku 41 salan muxtarîya gund dike derbarê mijarê de diyar kir piştî hilbijartinên ku îsal hatin kirin polêsan muameleyeke nebaş li wan kirine ku ew ji ber vê yekê dixwazin xala kontrolê ya polêsan ji gund bê rakirin.

"Ger polês li gund bimîne yan ew ê gund xera bibe yan jî em ê gund terk bikin"

Karaçoşan di berdewama axavtina xwe de diyar kir berî vê çendakî polêsên tîmên taybet gundîyan darb kirine ku ew ji bo terefan li hev bîne ketiye navbera wan. Karaçoşan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bo problem derneyê em çûn cem wan, lê polêsan berê çekan dan me. Di heyata xwe de cara ewil li rasta tiştekî wisa têm. Li ser navê wan min fedî kir. Wisa xuya dike ji xwe dema ku polês hatine vî gundî kêfa wan ji gundîyan re nedihat.Wezîfeya wan a eslî parastina gund e, ne êrîşkirina li ser gund e. Harekatvanên taybet polêsan guhdar nakin. Bi çi armancê hatine vê derê em jî nizanin. Ez bangî Serokomar, Wezîrê Karên Hundir û Walî dikim; ger polês li vê derê bimînin dê cinayet derkeve. Nahêlin ku em biçin mizgeftê, ev dewleteke çawa ye. Bila xala kontrolê ya polêsan neqlî dereke din bikin. Ger polês li gund bimîne yan ew ê gund xera bibe yan jî ew ê 500 gundî gund terk bikin."

Çend şênîyên din ên gund jî ji helwest û muameleya nebaş û qirêj a polêsên li gund re wisa bertek nîşan dan:

Murat Kaya: Dema ku em diçin camîyê ji me re zehmetîyê derdixin. Zarok ji tirsan newêrin biçin mizgeftê.

Rutbeddîn Kaya:Li nava mizgeftê konê xwe danîne. Ji ber vê yekê em nikarin biçin mizgeftê. Dema ku naskirîyên me tên gund ji wan re zehmetîyê derdixin.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir