• DOLAR 32.372
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2325.31
  • ...
Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê Meseleya Kurd de nirxandinan kir. Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir "Ji ser nasnameyê nîqaşa Meseleya Kurd nikare bê kirin û divê Meseleya Kurd bes wek problema ziman û nasnamê neyê dîtin, ger bes wek problema ziman û nasnamê bê dîtin ev yek xeletî ye. Her wisa dvê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê."

 Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê dewlet di vî warî de verastkirinan bike û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Wek HUDA PARê helwesta me ya di vî warî de diyar e. Bo me di vê meselê de ya muhîm edalet e. Ev yek kêşeya bêedaletîyê ye. Hinek telebên Kurdan ên masûm, însanî, exlaqî û wicdanî hene. Ev teleb neguherîne. Mixavin ji ser ziman û nasnamê pçolîtîkayên bi zext û zordar berdewam dikin. Belê di warê pratîkê de red, înkar û asîmîlasyonê tuneyeî lê belê  di warê fermîyetê de înarek heye û ev yek bi israr nayê dîtin."

 "Meseleya Kurd bi heq, hiqûq û edaletê re eleqedar e"

Yavuz diyar kir bo çareserîya vê meselê pêdivî bi pêvajoyeke çareserîyê ya nû nîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber wê yekê bo me, Meseleya Kurd bi heq, hiqûq û edaletê re eleqedar e. Tiştên ku pêwîst in bên kirin diyar in. Me berî niha jî diyar kiribû û anîbû zimên. Hewce nake ji nû ve pêvajoyeke din a çareserîyê bidin destpêkirin an jî hinek kesan ji xwe re wek muxatab bigirin. Dewlet mecbûr e hinek qanûnan derîne û verastkirinan bike. Ev van verastkirinan dikarin wek 3 xalan bînin zimên:

-Divê temamê astengîyên li ber perwerdehîya zimanê zikmakî bên rakirin

-Divê pênaseya welatîbûnê ya ku nîjadperest e û di qanûnê de cî girtiye bê guhartin

-Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, temamê astengîyên li ber vê yekê bên rakirin.

Ger ev xal bi şikleke qanûnî bên çêkirin, ew ê hîngî bo çareserîya Meseleya Kurd gav bê avêtin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir