• DOLAR 32.548
  • EURO 34.925
  • ALTIN 2425.489
  • ...
Malbata mehkûmê nexweş ji nanê wan jî kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şeyhmus Alpsoyê di encama kumpsanên daraza FETO û darbekerên 28ê Sibatê de hat mehkûmkirin û ev çendîn sal in ku bêsûc û belesebeb di dgirtîgehê de tê girtin. Alpsoyê ku nexweşîyên giran pê re hene bi xwe jî nikare pêdîvîyên xwe tedarik bike û hewl dide di rewşeke nebaş de emrê xwe di girtîgehê de biborîne. Zilma ku li Şeyhmus Alpsoyî tê kirin ne bes bû ku vêcar jî berê zilma darê dan malbata wî. Pêşî meaşê astengdarîyê yê lawê wî qutkirin û niha jî alîkarîya nan a ku ji malbatê re dihat kirin qutkirin. Ango zilm li ser zilmê li malbatê tê kirin.

Ji ber ku meaşê lawikê astengdar hatibû qutkirin, dê Suat Alpsoy çûbû avahîya qeymeqamtîyê da ku sedema qutkirinê bipirse, lê belê kesê bi navê S.Î. ku rayedar bû jê re gotibû "Ma em ê ji malbata terorîstekî re meaşê girê bidin" û wê vegerandibû.

Suat Alpsoyê ku piştî daxwaznameyên ku da re bi Şaxên Jinan a Etîmesgut a AK Partîyê re hevdîtin  kir û dû re tiştên ku hatin serê wê wisa anî zimên: " Lijneya mutewellî a Qeymeqamtîya Etîmesgut a Enqerê raporeke neyînî da. Ez çûm wê derê da ku sedema dayîna raporta neyînî bipirsim.  Hincet nîşan nedan. Dîsa ji min xwestin ku ez daxwazname binivîsim. Ji ber wê yekê min cardin nivîsand, lê dîsa bersiveke neyînî hat. Piştî raporê min qala meselê ji rayedareke ku di Şaxên Jinan a Etîmesgut a AK Partîyê de bû kir. Wê jî ji min re got ku' Bûyîna tiştekî wisa ne mimkûn e.Dev ji qûtkirina meaşa zaroka astengdar berda, divê ji mêrê we yê ku pêdivîya wî bi alîkarîyê heye re jî alîkarî bê kirin û jê re meaş bê girêdan.' Dû re ez cardin çûm qeymeqamtîyê. Rayedarê bi navê S.Î. ji min re got ku 'Mêrê te çima di girtîgehê de ye?' Min jê re got ku mexdûrê 28ê Sibatê ye. Wî jî ji min re got ku ' Mêrê te ji Hîzbûllah hatiye girtin, ma em ê meaş bidin malbata terorîstekî?' û min parepaş şand. Min jî jê re got madem wisa ye, vî tiştê ku te got di raporê de binivîsîne. Lê wî "Dahata malbatê baş e, pêdivîya wan bi alîkarîyê nîne' nivîsand. Ev helwest gelekî li zora min çû."

Alpsoy di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku meaş hatiye qutkirin re vêvar jî alîkarîya nan a ku ji wan re dihat kirin jî hatiye qutkirin û rojekê dema ku qîza wê çûye wek her car nan bistîne kesê rayedar ji qîza wê re gotiye 'alîkarîya we ya nan hatiye qutkirin' cardin newe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir