• DOLAR 32.393
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2326.28
  • ...
Bo zarokan dê bernameya nimêjê bê tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Platforma Nesla Qur'anê Mela Beşîr Şîmşekê ku derbarê mijarê de nirxandinan kir destnîşan kir ew bo rizgarîya neslê xwe micadele dikin.

ŞÎmşek di berdewama nirxandina ku kir de destnîşan kir ew daxwaz dikin ku di civakê de nesleke ku bi Qur'anê mezin bûye perwerde bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Weke ku tê zanîn me berî niha meha tîrmehê wek "meha nimêjê" îlan kiribû.  Em di çarçoveya fermanê pêxemberê me de bo nimêjê bi zarokan bidin hezkirin û hînkirin seferberî da destpêkirin. Em her sal li çar alîyê welêt  bo zarokên me yên ku emrê wan di navbera 7-10 salan de ye nimêjê û exlaqa xweş a Îslamê hînî wan bikin hewl didin û xebatan dikin. Di encama van xebatan de em ji xwe re kiriye hedef ku nimêjê  hînî zarokên xwe bikin."

Mela Beşîr di berdewam axavtina xwe de diyar kir ew bo rizgarîya neslê xwe micadele dikin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Nesleke ku ji îbadet û nimêjê dûr be, tu têkilîya wê bi Xweda re tune ye. Civaka ku nimêj di nav de hebe, lê hizûr heye."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir