Henîyye bo Mîrê Kuweyt û Kralê Fasê name şand
Serokê Dezgeha Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyyeyê ku ji Mîrê Kuweyt û Kralê Fasê name şand destnîşan kir ew daxwaz dikin ku di warê meseleya Filistînê de helwesteke teqez nîşan bidin.
Serokê Dezgeha Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyyeyê ji Mîrê Kuweytê Şeyh Sabbah el-Ahmet el-Sabbah û Kralê Fasê VI. Muhammed re name şand. Henîyye di nameya ku şand de destnîşan kir ew daxwaz dikin ku di warê meseleya Filistînê de helwesteke teqez nîşan bidin.
Henîyye di nameyê de her wisa destnîşan kir "qanûna Dewleta Neteweyî ya Cihûyan" bi şikleke eşkere li mafên Filistînîyan re mudaxele ye.(ÎLKHA)