• DOLAR 32.375
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2325.764
  • ...
Li Diyarbekirê 4 kes di avê de xeniqîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin li Çalionuya gundika Gurpinara gundê Farqînê dê û 2 qîzên wê  û qîzeke din di bendavê de xeniqîn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin malbata Karabûlût bo seyranê çûn bendavê. Ji ber ku pîyê qîza bi navê Ayşe Karabulut şemitî kete avê, Ayşe Karabulut û kesa bi navê Hava Kaya yên  ku dîtin Ayşe ketiye avê û dike bixeniqe, çûn hawara wê ve û xwe avêtin avê. Lê her du xweh û qîzika ku nizanibûn avjênîyê li ber xwe dan û kirin hawar. Dê Hedîye Karabulutê ku dît qîzên wê û qîzika din dixeniqin jî xwe pey wan de avête avê. Di bûyera dilşewat de dê Hedîey Karabulut û 2 qîzên wê yên bi navê Şevval Nisa Karabulut (9) û Ayşenur Karabulut (12) û qîza bi navê Hava Kaya di avê de xeniqîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir