Li Laosê bendav hilweşîya: Gelek kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes winda bûn
Hat ragihandin li başûrêrojhilata Laosê ji ber ku bendavek hilweşîya gelek kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî winda bûn.
Li gor daxuyanîya Ajansa Nûçeyan a Laosê bûyer êvarê duşemê li herêma Attapeuya Laosê pêk hat. Hat diyarkirin ji ber ku bendav hilweşîya 5 milyar metrekup av li ser gundan de herikî.
Tê diyarkirin ekîbên lêgerîb û rizgarkirinê hatin şandin herêmê. Rayedarên herêmî jî bo xelkê herêmê bang kirin.(ÎLKHA)