Erdogan: Di leşkerîya berdêl de rakirina 21 rojan nemimkûn e
Erdoganê ku derbarêverastkirina leşkerîya berdêl de nirxandinan kir destnîşan kir ew ê leşkerîya berdêl vê heftîyê ji meclîsê derbas bibe û daxistina 21 rojan a leşkerîya berdêl ne mimkûn e.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna koma partîya xwe pirsên di rojevê de yên rojnamevanan bersivand. Erdogan derheqê pirsa derbarê leşkerîya berdêl de wiha got: "Ew ê ew 21 roj perwerdehîya mecbûrî ya leşkerîya berdêl neyê rakirin."(ÎLKHA)