• DOLAR 32.515
  • EURO 34.608
  • ALTIN 2492.348
  • ...
HUDA PAR eşîrên xwînî li hev anî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qosera Mêrdînê berî vê 4 salan ji ber kuştina kesê bi navê Mehmet Zeynettîn Denktaşê 49 salî  di navbera eşîrên Omeryan û Metînan de  xwîndarî dest pê kir. Xwîndarîya ku berî vê 4 salan li Mêrdînê di navbera du eşîran de dest pê kiribû  bi navgînî û hewldana HUDA PARê bi dawî bû û eşîr li hev hatin.  

Mahmut Kilinçê namzedê parlementerîyê yê Mêrdînê yê HUDA PARê, rsîpî, rayedarên navçê û bajêr ên HUDA PARê, naskirîyên malbatan û gelek kesên vexwandî beşdarî merasîmê bûn.

Mahmut Kilinçê namzedê parlementerîyê yê Mêrdînê yê HUDA PARê  di axavtina ku di bernamê kir de destnîşan kir lihevanîn karekî pir bi qiymet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Ev birayên me rêyeke baş vekirin.Em hêvî dikin temamê xeyd û lehevnekirin û xwînîyên li herêmê bi dawî bibin."

Her wisa di bernameya lihevanînê çend kesên din jî wisa axivîn:

Serokê Navçeya Qoserê yê HUDA PARê Abdullah Kavan jî destnîşan kir "Ev birayên me îro tecellîya ayeta 'navbera birayên xwe islah bikin' dijîn."

Waîzê Miftîtîya Navçeya Sûra Diyarbekirê Yusuf Durmaz "Silh fermana Xwedê ye."

Mela Mehmet Nûr Yalçin "Divê hemû kes bo sulhê seferber bin."(ÎLKHA)



































































Bu haberler de ilginizi çekebilir