Bi sedan sîyonîst êrîşî Mescîd-î Eqsayê kirin
Çeteyên sîyonîstên îşxalker bi artêşa sîyonîst re êrîşî Mescîd-î Eqsayê kirin.
Hat îfadekirin ku ji ber bi sedan çeteyên sîyonîst bi alîkarîya artêşa îşxalker êrîşî Mescîd-î Eqsayê kirin, li Mescîd-î Eqsayê rageşî derket.
Berpirsîyarê bi Gel re Eleqedar yê Daîreya Weqfên Îslamî yên li Qudsê Fîras Ed-Dîbs îfade kir ku derdora hezar çeteyên sîyonîst bi piştgîrîya artêşa sîyonîst êrîşî Mescîd-î Eqsayê kirîye û li nêzîkî Derîyê Er-Rahman ayîn kirine.
Hat îfadekirin ku ji gruba Hahamê fanatîk Yahûda Glîck yê ku di 1996an êrîşa bombeyî li Mescîd-î Eqsayî rastkirîye jî kes di nava êrîşkeran de hebûn.
Hat destnîşankirin ku îşxalkerên sîyonîst li qada dîwarê Bûraq (Dîwarê Girî) kom bûne û çalakiyê meşê li dar xistine.
Hat îfadekirin ku grûbên nijadî û aktîvîstên Îslamî li hember êrîşên çeteyên sîyonîst xwestin ku li Mescîd-î Eqsayê nobet bê girtin. (ÎLKHA)