• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
3 kesên ku xwestin qîzikekê birevînin hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Binêrîya girêdayê Îkîkopruya  Beşîrîya Êlihê di nava rojê de  qîzika 11 salî ji teref 3 kesan ve hat xwestin ji ber derê mala xwe bê revandin. Qîzika ku hat xwestin bê revandin ji teref gundîyan ve hat rizgarkirin. Welatîyan xwestin kesên teşebûs kirin qîzikê birevînin lînç bikin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin pîrekek jî di nav de 3 kesên ku bi wesayîtekê hatin gund pêlîstok dan destê qîza 11 salî ya ku li ber devê derîyê mala xwe dileyst. Qîza biçûk bo ji destên kesên ku tên diyarkirin Sûrîyeyî ne rizgar bibe kire hawar. Gundîyên ku dengê hawara qîzika biçûk bihîst bi hawara wê ve gihan û wê ji destên 3 kesan rizgar kirin.

Gundîyan ku xwestin kesên ku hewl dan qîzikê birevînin  lînç bikin destnîşan kirin wesayîta bi heman plaqe berî niha li gundekî din jî hewl dabû zarokan birevîne.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir