• DOLAR 32.601
  • EURO 34.835
  • ALTIN 2496.828
  • ...
Siyonîzm bi şikleke "yasayî" hat xistin şiklê sîstematîk
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Pêşnûmeya Yasaya Dewlete Neteweyî ya Yahûdî" ji teref meclîsa qaşo ya rejîma îşxalker a siyonîstan ve bi 62 dengan hat qebûlkirin û ji meclîsa qaşo derbas bû.

 Piştî dengdayînê parlementerên Filistînî nusxeyeke pêşnûmayê qetandin û pêşnûmeya ku hat qebûlkirin protesto kirin. Parlementerên Filistînî bi zorê hatin derxistin derve. Siyonîst jî bi girtina sûreta pêşnûmeya ku derbas bûye pîroz kirin.

Di nav pêşnûmaya ku hat qebûlkirin de çi tişt hene:

1-Paytexta birêverîya qaşo ya îşxalê ya ku ji teref siyonîstan ve li ser axên Filistînê hatiye damezrandin Quds e.

2-Heqê vegerînê ya temamê Yahûdîyên ku li temamê dinyayê dijîn heye ku vegerin birêveberiya îşxalê ya ku li ser axên Filistînê hatiye damezrandin.

3-Digel pêşnûmayê, birêveberîya îşxalê ya siyonîstan wek dewleteke ku li ser bingeha qewmî û dînî hatiye avakirin  û bûye nûnerê temamê Yahûdîyên ku li ser dinyayê dijîn hat qebûlkirin.

4- Zimanê Erebî yê ku zimanê fermî bû, ji fermîbûnê hat derxistin û zimanê Îbranî wek zimanê fermî hat qebûlkirin.

5- Ew însanên ku li ser axên Filistînê yên ku ji teref rejîma îşxalê siyonîstan ve hatine îşxalkirin de û di bin hûkmê wan de dijîn dê wek Yahûdî û însanên din ango du komê welatîyên cuda bên wesfandin  û bi vê yekê dê her kesê/a ku ne Yahûdî be dê wek welatîyê koma duyemîn bê hesibandin.

6-Dema ku di hiqûqm de valahîyek derkeve holê dê wê demê şerîata Yahûdîyan bê esasgirtin.

7- Li ser wan axên Filistînê yên ku hatine xespkirin de bes wek millet Yahûdî xwedî gotinê ne. Li gor vê yekê ew axên ku ji teref siyonîstan ve hatine îşxalkirin wek watanê sereke ya dîrokî ya Yahûdîyan tê qebûlkirin û  Filistînîyên ku xwedîyê esil ê axên Filistînê ne jî wek îşxalker tên qebûlkirin.

8-Rojên dînî yên Yahûdîyanwek rRojên betlane yên rejîma îşxalê bên qebûlkirin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir