• DOLAR 32.331
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2295.316
  • ...
Li Stenbolê di febrîqeyekê de şewat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Welîefendîya Zeytînbûrnûya Stenbolê di febrîqeyeke tekstîlê ya kevn de agir derket.

Li Zeytînbûrnûyê di febrîqeyeke tekstîlê de agir derket. Li gor agahîyên hatin wergirtin di febrîqeyeke tekstîlê ya ku bi salan e hatîye terkkirin de ji ber sedemeke ne dîyar şewat derketîye.

Piştî xeber hat dayîn gelek ekîbên tendirustî, îtfaye û polêsan sewqî cîyê bûyerê hatin kirin.

Ji ber derketina agir dûmana derket ji navçeyên derdorê jî dihat dîtin. Hat îfadekirin ku di febrîqeya agir derket de hezaz çêbû.

Li deverê xebatên ekîbên agirkujîyê bênavber dewam dikin. Hat îfadekirin ku di bûyerê de tiştek bi tu kesî nehatîye. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir