Derbarê cînayeta Leyla Aydemîr de kesek hat girtin
Derbarê mirina Leyla Aydemîra ku di eydê de li gundê Bezirxanê winda bû û dû re mirî hat dîtin de kesek hat girtin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kesê ku hatiye girtin kurapê bavê Leyla Aydemîr e.
Derbarê mijarê de berî niha ji teref Serdozgerîya Komare ya Agirî ve hatibû destpêkirin de Mehmet Aydemîrê kûrapê bavê Leyla Aydemîr e hat binçavkirin û bi sûcdarkirina "bi qestî kuştin"ê hat girtin û hat şandin girtîgehê.(ÎLKHA)