Di lêpirsîna li dijî Adnan Oktar û ekîba wî de 143 girtî
Li dijî Adnan Oktar û koma wî yê ku tê diyarkirin di bernameyên televîzyonan de bi nirxên dînî tinazê xwe dike lêpirsîn berdewam dike, di encama lêpirsînê de ji 235 kes hatin binçavkirin tev de 143 kes hatin girtin.
Adnan Oktar û koma wî bi van sûcan tên sûcdarkirin: "damezrandina rêxistina sûcê ya organîze, sîxurtîya navneteweyî, tehdîd, şantaj, bi şikleke neyasayî pere qezenckirin."(ÎLKHA)