Li Mêrsînê keştî binavbû: 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî winda bûn
Li nêzî Taşucuya Mêrsînê keştîyeke ku koçber tê de bûn binav bû, di encama binavbûnê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî winda bûn.
Hat ragihandin li nêzî Taşucuya Mêrsînê keştîyeke ku koçber tê de bûn binav bû. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin keştîya ku tê de tev de 160 penaber hebûn binav bû. Di encama bûyerê de 16 koçber jiyana xwe ji dest dan û 16 koçber winda bûn û 105 koçber jî hatin xelaskirin.(ÎLKHA)