• DOLAR 32.335
  • EURO 35.126
  • ALTIN 2309.58
  • ...
SON DAKİKA
Sîyonîstan xebatkarê TÎKAyê Murteca hêsîr girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajarê Bî'r Es-Seba yê rejîma sîyonîst mehkemê temsîlkarê Serokatiya Ajansa Tevkarî û Kordînasyona Tirk (TİKA) yê bajarê Xezzeyê Mûhammed Farûk Şaban Murteca 9 sal mehkûmî zîndanê kir.

Rejîma terorîst ya îşxalker ji ehlê Xezzeyê Murteca di 12 Sibata 2017an de dema xwestibû ji deryê Beyt Hanûnê derbas bibe ji teref sîyonîstan ve dilî girtin û hat xistin Girtîngeha Askalanê.

Murteca dema hat desteserkirin ji bo beşdarî bernameya perwerdeya temsîlkarên TÎKAyê bibe ji bo were Tirkîye temamê destûran ji rejîma terorîstên îşxalker girtibû û çûbû Derîyê Beyt Hanûnê.

Ofîsa Enformasyonê ya Hêsîran, derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û îfade kir ku, îstîxbarata îşxalker îdîa kir ku Murteca pereyên TÎKAyê birîye ji Hamasê.

Di daxuyanîya hat belavkirin de hat îfadekirin ku Murteca ew sûcdarî qebûl nekir. Pitî vê yekê çend caran doz hat taloqkirin û di biryara dawî ya do de cîza dan temsîlkarê TÎKAyê.

Hat îfadekirin ku Mûhammed Murtecayê bavê 4 zarokan ev 6 sale li Ofîsa Xazzeyê ya TÎKAyê wek midûr wezîfe dikir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir