Li Iraqê xwepêşandan: Mirî û birîndar hene
Li Basraya bajarê Iraqê polêsan êrîşî protestovanan kirin, 3 kes hatin kuştin bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li Iraqê ji ber "bêkarî û qutkirina ceyranê" çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Polêsên Iraqê êrîşî protestovanan kirin. Sê çalakvan hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di gel qedexeya derketina derve, li Basraya bajarê Iraqê welatîyan vê sibehê dîsa xwe berdan qadan. Piştî êrîşên hêzên ewlehîyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Basrayê gelek rê ji teref protestovanan ve hatin girtin. Ji bo midaxeleyê, ekîbên ewlehîyê sewqî cîyê bûyeran hatin kirin. Di gel van teva gel ji bo protestoyan daketin kolanan û xwepêşan li dar xistin.
Di saetên sibehê de çalakvanên kolan dagirtin di gel temamê stendinên ewlehîyê protestovan meşîyan avahîya Meclîsa Basrayê.
Polêsan ji bo welatîyên kom bûne belav bike mudaxeleyî civakê kir û fîşek bera hewa dan.
Piştî midaxaleya polêsan 3 protestovan hatin kuştin û 10 polês jî bi keviran birîndar bûn.
Midûrê emnîyeta Necefê ji wezîfê hat girtin
Hat îfadekirin ku piştî xwepêşanan Midûrê Ewlehîya Necefê Tûxgeneral Mecîd Hatîm ji wezîfê hat girtin. Di şûna wî de Tumgeneral Ala Garîbî hat wezîfedarkirin.
Hat îfadekirin ku sedemê biryarên hatin stendin di midaxeleya bûyeran de hêzên ewlehîyê bê taqet mane.
Li 3ê bajaran qedexeya derketina derve hat îlankirin
Berya niha ji bo protestoyên li Basra, Kerbela û Necefê bê xistin bin kontrolê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.
Protestovanan li hin bajaran avahîyên partîyan şewitand.
Hikumetê piştî protestoyên li başûrê Iraqê dest pê kir û li paytextê Bexdayê dewam kir înternet qut kir. (ÎLKHA)