• DOLAR 32.376
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2325.797
  • ...
Çeteyên sîyonîst 2 zarokên Filistînî qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şebeka çeteyên terorîstên sîyonîst do êrîşî deverên Xezzeyê yên ji hev cuda kir. Berdevkê Wezareta Tendirustîyê yê Filistînî Eşref el-Kadad îfade kir ku di encama êrîşên sîyonîstan de Amîr el-Nîmara yê 15 de salî û Lûaî Kahîlê 16 salî hatine şehîdkirin.

Serokê rewşa awerte yê Nexweşxaneya Şîfayê Dr. Ayman el-Sahbanî îfade kir ku di encamê êrîşên sîyonîstên terorîst de 15 kes birîndar bûn.

Hat hînbûn ku êrîşên sîyonîstan her ku diçe zêdetir dibin û ji şevek berê heta niha bandora êrîşan zêdetir bûnin. Li rojavayê Xazzeyê dengên teqînan hatin bihîstin û li devera Katîba balafirên herbê zevîyên vala bombebaran kir. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir