Bo tercîhên lîsê sibe roja dawî ye
Tercîhên lîseyê yên ku di 2yê Tîrmehê de dest pê kiribûn sibe bi dawî dibin.
Hat ragihandin tercîhên lîseyê yên ku di 2yê Tîrmehê de dest pê kiribûn sibe dê di seat 17.00an de bi dawî bibin.
Weke ku tê zanîn di 2yê Tîrmehê de tercîhên bo lîseyan dest pê kiribûn. Li gor daxuyanîya ku hatiye dayîn ew ê tercîh sibe dê di seat 17.00an de bi dawî bibin û ew ê encam jî di 30ê Tîrmehê de bên daxuyandin.(ÎLKHA)