Di doza Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê de 44 kes beraat kirin
Di doza Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê ya ku li Stenbolê tê dîtin de 44 kes beraat kirin.
Di dema teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê de li ser Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê 34 kes hatin şehîdkirin. Di doza ku derbarê vê qetlîamê de hatibû vekirin de derbarê kesên bersûc de biryar hat dayîn. Ji teref mehkemê ve de ji 72 bersûcan re cezaya muebbeta girankirî hat dayîn û 44 kes jî beraat kirin.
Naskirîyên şehîdan ji heyeta mehkemê re bertek nîşan dan.(ÎLKHA)