Qayyûm tayînî şîrketênAdnan Oktar hat kirin
Qayyûm tayînî şîrketên Adnan Oktarê ku di wextên şeveqê de li Stenbolê hat binçavkirin hat kirin.
Ji ber çendîn sûcan li dijî Adnan Oktar û koma wî ku tê diyarkirin di bernameyên televîzyonan de bi nirxên dînî tinazê xwe dike operasyon hat kirin, di encama operasyonê de 235 kes hatin binçavkirin.
Di nav wan Adnan Oktar û koma wî pê tên sûcdarkirin de ev sûc hene: "damezrandina rêxistina sûcê ya organîze, sîxurtîya navneteweyî, tehdîd, şantaj, bi şikleke neyasayî pere qezenckirin"
Di mal û kargehên Adnan Oktar de lêgerîn berdewam dikin.(ÎLKHA)