• DOLAR 32.512
  • EURO 34.599
  • ALTIN 2498.411
  • ...
Ev 2 roj e ji Xelîlê 13 salî xeber nayê girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev çen roj e xeberên windabûna zarokan ji rojevê nakeve. Niha xebera zarokekî din hat. Xelîl Oncelê 13 salî 2 roj berê ji mal derket û tu xeber jê nayê girtin. Piştî malbata Xelîl tu xeberê jê negirt serî li polêsan dan û xwest in ku zarokê wan bê dîtin.  

Xelîl Oncel 2 roj berê, roja Yekşemê li Kaniya Xezalan (Akçakale) ya nevçeya Rihayê ji mal derket û careke din venegerîya malê.

Bavê Xelîl, Mehmet Emîn Oncel îfade kir ku ji wê rojê de wan tu agahî ji zarokê xwe negirtîye û wiha got, "Tu dibê qey erd vebû û ketê. Ez ji karbidestan rica dikim bila zarokê min bibînin."

Malbata Oncel xebara zarokê xwe ya winda da Midûrîya Ewlehîyê ya navçeya Akçakale û xwestin ku zarokê wan saxî bê dîtin.

Bavê dilşewat ji ÎLKHAyê re peyîvî û îfade kir ku ev du roj e wan tu xeber ji zarokê xwe negirtîye û wiha got: " Lawê min Xelîl, roja Yekşemê serê sibê ji mal derket. Berê digot ezê li sîteya pêşesazîyê ji xwe re karekî bibîne, lê belê me guh nedayê. Lê belê ev sê roje çûye. Me ji her derê re xeber şand, me îlana wida da lê belê zarokê min tineye tineye tineye... Tu dibê qey erd veqelişî û ketê. Ez ji karbidestan dixwazim demildest zarokê min bibîn in."

Bavê dilşewat û çav girî îfade kir ku kesên zarokê wî bibînin bila ji bo Xwedê li nimara têlefonê ya (0 542 540 38 87 - 0 544 506 34 50) bigerin an jî agahîyê bidin Midûrîya Ewlehîyê.

Xweha Xelîl Oncel, Ferîde Oncela 11 salî îfade kir ku birê wê gotîye zikê min diêşe û ji mal derketîye û heta niha tu agahî ji wî negirtin e. Oncelê çav girî îfade kir ku, "Kekê min nayê malê. Ez dixwazim ew bê dîtin û were malê." (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir