Di şeş mehan de ji hêrêmê bi 711 milyon dolaran îxracata xalîyan hat kirin
Serokê Yekîtîya ÎxracatvanênAnatolîya Başûrêrojhilat destnîşan kir di 6 mehên pêşî yên îsal de di nirxê 711 milyon dolaran de îxracata xalîyan ji herêmê hat kirin.
Serokê Yekîtîya Îxracatvanên Anatolîya Başûrêrojhilat di bin serokatîya Ahmet Kaplan de civînek li dar xist û di civînê de derbarê rewşa îxracatê, pirsgirêkên sektorê, armancên pazarê û fuarên ku dê li Almanya û Çînê bên tertîpkirin de nirxandin hatin kirin.
Piştî civînê Serokê Yekîtîya Îxracatvanên Anatolîya Başûrêrojhilat Ahmet Kaplan derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Kaplan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir "Di 6 mehên pêşî yên îsal de di nirxê 711 milyon dolaran de îxracata xalîyan ji herêmê hat kirin."(ÎLKHA)