Di lêpirsîna pankartê ya li ODTUyê de 4 kes hatin girtin
Di lêpirsîna pankerta ku li ODTUyê di dema merasîma mezûnîyetê de hat vekirin û heqaret li Erdogan hat kirin de 4 kesên şikdar hatin girtin.
Berî vê çendakî li ODTUyê di dema merasîma mezûnîyetê de ji teref çend heb xwendekaran ve pankarteke ku tê de haqaret li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dihat kirin hatibû veguhastin ku ji ber vê yekê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di bergeha lêpirsînê de tev de 5 kes hatibûn binçavkirin.
Di encama doza kau hat dîtin de kesên bi navê D.C.Y, B.A. û F.E.D. ên ku pankartê veguhastune û kesê bi navê O.K. ê ku pankartê amade kiriye hatin girtin û kesê bi navê Ş.D. ê ku tê diyarkirin pankartê çap kiriye jî hat berdan.