• DOLAR 32.453
  • EURO 35.102
  • ALTIN 2323.25
  • ...
Li dijî Adnan Oktar û koma wî operasyon: 235 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber çendîn sûcan li dijî Adnan Oktar û koma wî ku tê diyarkirin di bernameyên televîzyonan de bi nirxên dînî tinazê xwe dike operasyon hat kirin, di encama operasyonê de 235 kes hatin binçavkirin.

Di nav wan Adnan Oktar û koma wî pê tên sûcdarkirin de ev sûc hene: "damezrandina rêxistina sûcê ya organîze, sîxurtîya navneteweyî, tehdîd, şantaj, bi şikleke neyasayî pere qezenckirin"

Hat hînbûn Adnan Oktar û parêzvanên wî li Çengelkoya Stenbolê hatin binçavkirin.

Berî niha derbarê Adnan Oktar û koma wî de welatîyan doz vekiribûn û gotibûn: " Şexsê bi navê Adnan Oktar di bernameya ku di Kanala A9ê bi pîrekên tazî re dike de qaşo sohbetên Îslamî dike. Di vir de mabest bi Îslamê re tinaz kirine. Exlebeyê pîrekên di wê bernamê de tazî ne. Ev bername bo Îslam biçûk bê xistin tê kirin. Em wek welatî ji Adnan Oktar gilîdar in."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir