Li Efxanistanê teqîn: 10 mirî
Di teqîna ku li bajêra Celelabada Efxanistanê pêk hat de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li rojhilata Efxanistanê li bajara Celalabadê teqînek pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de li gor agahîyên ewil 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Hikûmeta Parêzgaha Nangarhan Ataullah Hucîyan derbarê mijarê de diyar kir piştî ku Serokê Dewleta Efxanistanê Eşref Ganî bajêr ziyaret kir re teqîn pêk hatiye.
Rayedarên mehelî diyar kirin ji ber ziyareta ku hat kirin dikan girtîbûn ku ev yek jî pêşîya mirina zêdetirî însanan girt.(ÎLKHA)